Bi sedan xelkê Qamişlo li dijî tecrîdê daket qadan

Bi armanca piştgiriya helwesta Rêber Ocelan a redkirina hevdîtina bi CPT’yê re li herêmê çalakî hatin lidarxitin. Li Qamişlo û Şehbayê çalakî hebûn û bang li CPT hat kirin ku erkên xwe bi cih bîne.

Îro bi sedan şêniyên Qamişlo bi armanca piştgiriya helwesta redkirina rêber APO ji hevdîtin bi CPT re meşek li darxist.

Meş ji çerxereya Şerq dest pê kir û li ber avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo veguherî mêtingê.

Li vir, endamê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û got: “Vî gelî careke din xwedîderketina li Rêber Ocalan û berxwedana wî ya li girtîgeha Îmraliyê nîşan da.”

Beşdarên meşê jî diyar kirin ku ew ê li dijî tecrîdê û êrişên li ser herêmê her di nava tevgerê de bin.

Kongra Star li dijî tecrîda li ser Rêber Apo daxuyanî da

Li Şehbayê jî Kongra Star daxuyanî da.

Kongra Star diyar kir ku komploya navnetewî ya li dijî rêber Ocelan, niha bi tecrîd û qedexekirina hevdîtinê dewam dike.

Kongra Star da zanîn ku siyasetên Enqerayê yên qirêj li dijî gelê herêmê bi aramnca têkbirina projeya netewa demokratîk e.

‘Divê dawî li tecrîda Îmraliyê bê anîn’

Her wiha Yekîtiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Siyaseta tecrîdkirina gel ji dîtina rêbertî siyaseta qirkirina hemû gelên bendest e.

Em bang li aliyên pewendîdar dikin ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan bi dawî bikin.”

Back to top button