“Siyaseta mirin, rûxandin, xîzanî û şer bingeha xwe ji polîtîkayên tecrîdê digire”

Li bakurê Kurdistanê partî û rêxistinên kurdistanî û hiquqî li dijî tecrîda li Îmraliyê û redkirina rêber Ocalan a hevdîtina bi CPT re, daxuyanî dan. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay got: “Ev rewş nîşan dide bê ka tecrrîda li Îmraliyê di asteke çawa de ye û fikarên heyî kûrtir dike.

Li hemberî bêhuqiya dewleta Tirk a faşîst ku tecrîda li ser Rêber Apo giran dike, helwest zêdetir dibin.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan HDP Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di rojeva Ebrû Gunay de tecrîda li ser Îmraliyê û êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn.

Ebrû Gunay diyar kir ev şer, di şexsê kurdan, li dijî hemû civakê tê kirin û dixwazin tevahiya civakê teslîm bigirin û got: Siyaseta mirin, rûxandin, xizanî û şer, bingeha xwe ji polîtîkayên tecrîdê digire.

Tecrîda giran a li Îmraliyê roj bi roj bêhtir tê kûrkirin. Ev polîtîkaya tecrîdê nayê qebûlkirin. ”

Ebrû Gunay: Divê CPT agahiyên li ber destê xwe bi raya giştî re parve b

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî bi bîr xist ku tê de hatibû gotin Rêber Apo hevdîtina bi CPT re red kiriye û got:

“Ev rewş nîşan dide bê ka tecrrîda li Îmraliyê di asteke çawa de ye û fikarên heyî kûrtir kiriye.

Em careke din bang li CPT’yê dikin ku kitekitên serdana xwe ya dawî bi raya giştî re parve bike..”

Partî û Saziyên Kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bimeşi

Gelek partî, sazî û rexistinên Kurdan jî li Amedê civînek awarte li dar xistin..

Encama civînê li Navenda Şêwirmendiyê ya Giştî ya DBP’ê li Amedê bi daxuyaniyekê hat ragihandin û hat gotin: “Li dijî tecrîdê dê di 11’e kanûnê de li Amedê û di 12’e kanûnê li Wanê bi girseyî çalakiya meşê bê lidarxistin.”

Bang li herkesî hat kirin ku beşdarî vê çalakiyê bibin.

Komelaya Hiqûqnasên ji bo azadiyê ohd ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin serî li baroyan da

Li aliyê din ,Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) şaxa Rihayê ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin, serî li gelek baroyan da.

Hevserokê Komeleyê îbrahîm Xalîl ku derbarê mijarê de axivî, destnîşan kir ku kesên naxwazin çareserî hebe, tecrîdê kûr dikin.

Xalîl Oyke eşkere kir ku wan ji bo bi Rêber Ocalan re hevdîtin bê kirin, serî li gelek baroyan dane û got: Baro di warê hiqûqî de divê serî li rêveberiya girtîgehê, Serdozgeriya Bûrsayê, û Wezareta Dadê bide.

Me jî ji bo rakirian vê bêhiqûqîtiyê, serî li baroyê da ku di vî warî de tevbigere.”

Back to top button