HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên ku li Metînayê şehîd bûne jî eşkere kir.
Li aliyê din Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên ku li herêma Metîna şehîd bûne eşkere kir.
Di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna her du gerîlayan wiha hate gotin:
“Hevrêyên me Huseyîn Pîran ê lehengê Amedê û şervana YJA Starê Rûken Zîlan di êrîşa dijmin a 14’ê Cotmeha 2023’an li herêma Metîna şehîd bûn.
Hevrêyên me Huseyîn û Rûken bi jiyan, tevlîbûna têkoşîn, helwest û îdeolojiya Apocî ya xurt di her qadê û demê de bûne milîtanên pêşeng.
Şehadeta hevreyên me her çiqasî ji bo me giran be jî, wê bibe sedema mezinkirina têkoşînê.”
HPG’ê sersaxî ji gel û malbatên gerîlayan re xwest û soza pêkanîna armancên wan û xwedîderketina li bîranên şehîdan da.
Nasnameyên şehîdan wiha ne;
Nasnav: Huseyîn Pîran
Nav û Paşnav: Cahît Aktay
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê: Salîha
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Cotmeha 2023 / Metîna
Nasnav: Rûken Zîlan
Nav û Paşnav: Zeynep Sevîm
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê: Xatûn
Navê Bav: Hacî
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Cotmeha 2023 / Metîna