Yekîtiya Kedkarên Tebqayê konferansa xwe ya 2. li dar xist

Yekîtiya Kedkaran a bajarê Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
Di konferansê de hevserokên berê yên yekîtiyê carek din hatin hilbijartin û biryarên girîng hatin girtin.

Konferansa 2. a Yekîtiya Kedkaran a Tebqayê îro bi dirûşmeya “Bi milên kedkaran em welatê xwe ava dikin” hat li dar xistin.

Konferans li avahiya Rêveberiya Rêxistinên Civaka Sivîl beşdarîya bi dehan kesan pêk hat.

Axaftina destpêkê ji aliyê komîteya amadekar a konferansê ve hat kirin.

Di konferansê de rêziknameya yekîtiyê ji nû ve hat erêkirin.

Raporên sala borî yên yekîtiyê hatin xwendin û rewşa rêxistinî ya her komîteyekê hat nirxandin.

Piştî dengdanê, hevserokên berê yên yekîtiyê Zeyneb Omer û Ebduletîf El Fesîh ji nû ve wekî hevserok hatin hilbijartin.

Konferans bi girtina gelek bîryarên girîng bi dawî bû.

Back to top button