Hesen Mistefa: armanca êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xwesere

Rewşenbîrên ji Reqayê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dan û diyar kirin dewleta Tirkiyê dixwaze pirojeya Rêveberiya Xweser têk bibe û tevahî xaka Sûriyê dagir bike.
Pisporê hiqûqa navneteweyî Biryar Şiwanî jî dibêje êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojava sûcê şer e.

Dewleta Tirkiyê bê navber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û sûcên dij mirovî pêk tîne.

Têkîldarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya Navnetewî Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê Hesen Mistefa ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Hesen Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk ya dagirker dixwaze herêmê vala bike û got:

“Di heman demê de armanc dike projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Ji ber ku ev projeya ji aloziya sûriyê re modela çareseriyê ya herî başe.

Û beşek mezin a gelê Sûriyê jî vê rastiyê dizane.”

Hesen Mistefa bêdengiya navnetewî ya li hemberî êrişan jî rexne kir û diyar kir ku divê ji dewleta Tirk hesab were xwestin.

Şewax El Ehmed: Tirkiye dixwaze tevahî xaka Sûriyê dagir bike

Endamê Yekitiya Rewşenbîran û çalakvanê mafên mirovan Şewax El Ehmed jî li ser heman mijarê axivî û got,

“Armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahî xaka Sûriyê ye. Êrişên li dijî binesaziyê di çarçoveya qirkirina gelên herêmê de têne kirin.”

Şewax El Ehmed bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û biryarên xwe bixin pratîkê.

Biryar Şiwan: Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê sûcê şer dike

Pisporê hiqûqa navneteweyî Biryar Şiwan jî diyar kir dewleta Tirk li rojavayê Kurdistanê sûcên şer dike û got:

“Divê hemû kirinên dewleta Tirk bêne arşîv kirin û ji raya girştî re bê parve kirin.”

Back to top button