Rûsya: Gera dewriyeyên Hevbeş li Idlibê wê kurt be

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ji ber ne-ewlehî û êrîşên komên çete yên li Idlibê gera dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî tên sînordar û kurtkirin.

Tevî agirbesta Putin-Erdogan jî dewleta Tirk nuqteyên xwe yên leşkerî li Idlibê Zêde dike û 3 nuqteyên din ava kirin.

Her wiha têkildarî agirbesta navborî şandeyeke Rûsî serdana Şamê kir.

Ji ber binpêkirina agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê, liv û tevgera hêzên garantor li herêmên bi navê ”Kêmşer” sînordar dibe.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ji ber ne ewlehiyê û êrîşên çeteyên li Idlibê, gera dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî li Idlibê tên kurtkirin.

Li Rêya M4 a Lazqiyê-Heleb dewriyekyek hevbaş a Rûsî-Tirkî pêk hat

Navenda Lihevanînê ya girêdayî wezareta parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di çarçoveya lihevkirina Putin-Erdogan de îro li ser riya M4 a Heleb-Lazqiyê dewriyeyeke hevbeş a Rûsî-Tirkî pêk hat.

Navendê destnîşan kir ku ji ber ”provokasyonên komên radîkal” wê gera van dewriyeyan sînordar be.

Rûsya: Tirkiyê soza tunekirina komên radîkal ên li Idlibê da

Navendê dîsan dewleta Tirk wek berpirsa van koman bi nav kir ku idîa kir ku dewleta Tirk soza tunekirina van koman daye.

Ev dewriyeya navborî ya duyemîn e ku li gorî tê pilankirin pêk nayê.

15’ê Adarê jî yekemîn dewriyeya hevbeş a Rûsî-Tirkî li Idlibê bêyî ku gera xwe dewam bike, pêk hat.

Her wiha duh jî li Idlibê cara pêncemîn, bêyî beşdarbûna Rûsyayê, dewleta Tirk dewriyeke li ser riya M4 a Lazqiyê-Heleb pêk anîbû.

Li aliyekî din li gel ku agirbesta Putin-Erdogan dikeve roja xwe ya 18’an, li derdora Hezarîn li gundewarê Idlibê şer derket û di encamê de 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Dewleta Tirk, 3 Nuqteyên Leşkerî li Idlibê ava kirin

Îro jî Çavdêriyê ragihand ku dewleta Tirk 3 nuqte li Bedama, Nacîya û Zi’ênîya li rojavayê bajarê Cisir el-Şixûr li başûrê rêya M4 a Heleb- Laziqiyê ava kirine.

Bi vê yekê jimara giştî nuqteyên Tirkî li herêma bi navê ”Kêmşer” bûn 49 nuqte.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê serdana Şamê kir

Hemwextî wê û ji bo nîqaşkirina agirbesta li Idlibê, Wezîrê Parastinê yê Rûsîyayê Sergey Shoygu li Şamê bi serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed re civiya.

Hat ragihand ku aliyan li ser hevakriya şerê li dijî komên çete teqez kirine.

Her wiha dosyaya alîkariyên mirovî û cezayên Ewropî yên li dijî rejîmê jî hatin nîqaşkirin.

Back to top button