Çekdarine nenas bijîşk Rîham Yeiqûb li Besrayê kuşt

Li bajarê Besrayê çekdarine nenas, gule li bijîşk û çalakvana Iraqî Rîham Yeiqûb reşand. Di encamê de Rîham jiyana xwe ji dest da.

Çekdaran hevala Rîham a ku di erebeyê de li gel wê bû jî, bîrndar kir.

Rîham Yeiqûb tevî karê bijîşkiyê, beşdarî xwepêşandanên par ên dijî gendeliyê bûbû.

Roja Înê, çekdarine nenas çalakvanê sivîl Yehsîn Elî jî kuştibû.

Li aliyekî din, Desteya Heşda Şebî da xuaykirin ku teqînekê li embareke wê ya çekan a li Bxdayê rû da.

Deteyê da zanîn ku ti ziyanên canî ji ber teqînê çêbebûn.

Back to top button