Rêveberiya Xweser komkujiya li Parîsê şermezar kir

Rêveberiya Xweser komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir û bang li hikumeta Fransayê kir ku tavilê berpirsên vê komkujiyê eşkere bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest û got:

Ev êrişa terorî komkujiyek e, ji ber ku di naveroka xwe de rûyekî din ê qirkirinên li dijî gelê me nîşan dide.

Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Fransayê kir ku tavilê berpirsên vê êrişê eşkere bike û encamên lêpirsînê ji raya giştî ya kurdî û ya cîhanê re eşkere bike û got:

“Hêrsa gelê me ya li dijî vê kiryara terorî fêm bike, tundiyê li dijî gelê me yê ku banga hesabpirsînê ji qatilan dike, bi kar neyne.

Em teqez dikin ku em bi rêgezên Komara Fransayê û hewldanên wê yên pêkanîna demokrasiyê û rola wê ya tunekirina terorê bawer in.”

Rêveberiya Xweser ji malbatên şehîdên komkujiyê re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

Back to top button