AKADEMIYEKE NÛ JI BO PERWERDEKIRINA FERMANDARAN HAT VEKIRIN

Rêveberiya Perwerdeya Navendî ya QSD’ê ya li herêma Firatê akademiyeke taybet ji bo perwerdekirina fermandaran vekir û dewreya yekem da destpêkirin.

Akademî li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî bi navê “Şehîd Botan Tirkmen” hate vekirin.

Dewreya perwerdeyê dê du mehan dewam bike.

Di dewreyê de dê waneyên li ser hunera şer, parastinê û şêwazên şer bêne dayîn.

Di merasîma vekirina akademiyê de hejmarek fermandarên QSD, YPJ û YPG’ê amade bûn.

Piştî merasîma leşkerî Ji fermandarên QSD’ê Kanî Xelîl axivî û vekirina akadmiyê pîroz kir.

Xelîl, teqez kir ku QSD’ê li ser hemû hunerên şer perwerdeyan dibîne da ku ji her êrîşan re bibe bersiv, her wiha hêviya serkeftinê ji şervanan re xwest.

Di dawiyê de şervanên tevli perwerdeyê bûne sûnda leşkerî xwarin.

Şehîd Demhat Qamişlo ku dewre bi navê wî hate vekirin, di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû.

Leave a Reply

Back to top button