Taybet Înan di 7.salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Dayê Taybet Înan di 7’emîn salvegera kuştina xwe de hat bîranîn.

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di qedexeya derketina derve ya 38 rojan de a sala 2015’an de Taybet Înan hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû sekinandin.

Taybet Înan di 7’emîn salvegera kuştina xwe de hat bîranîn.

Di bîranîna ku ji aliyê rêxistina HDP’ê ya Sîlopyayê ve hat lidarxistin de, gelek kes amade bûn.

Girseyê destpêkê li cihê ku Taybet Înan hat kuştin qûrnefîl danîn û piştre derbasî mala Taybet bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag li wir axivî û got: Em di salvegera kuştina dayê Înan wê bi rêzdarî bi bîr tînin û wê zîhnîyeta faşîst şermezer dikin.

Keça Taybet Înan Helîme Akin jî anî ziman ku ne tenê dayika min bû, dayika hemû Kurdistanê bû.

Girseya HDP’ê piştre derbasî mala Mela Hesen Sanir ê ku di qedexeya derketina derve de hatibû kuştin bû.

Back to top button