New York Times raporek der barê destdirêjiya li girtiyên jin ên Îranê weşand

Raporeke nû ya Amerîkayê gelek cinayetên hovane ji wan destdirêjiyê ji aliyê polîsên dewleta Îranê li dijî jinên Îranê di girtîgehan de eşkere kir. Hate hînbûn ku zaroka 14 salî ya ku li Tahranê di navenda polîsan dibin çavan de dihat girtin, di encama destdirêjiyê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî serhildanên bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin.

Di van serhildanan de dewleta Îranê gelek kes jin û zarok binçav kirin û darvekirin.

Çarenûsa bi hezaran jin û kesên di girtîgehan de jî ne diyar e.

Rapora bi sernavê ”Rejîma Îranê ji bo ferzkirina hîcabê destdirêjî li girtiyên jin dike” ji aliyê rojnameya New York Times a Amerîkî ve hatiye weşandin.

”Dewleta Îranê kiryarên ne exlaqî li dijî girtiyên jin pêk tîne”

Di raporê de hate diyar kirin ku destdirêjiya li girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de hatiye belgekirin.

Her wiha hate gotin dewleta Îranê kiryarên ne exlaqî li dijî girtiyên jin pêk tînin.

Di heman raporê de bal hate kişandin li ser hebûna belgeyên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û Rêxistina Lêborîna Navnetewî, ku rûdana dozên destdirêjî û destavêtinê li dijî xwepêşanderên jin li Îranê piştrast dikin.

Zaroka hatibû binçavkirin ji ber destdirêjiyê jiyana xwe ji dest da

Li gorî parêzvanên mafên mirovan, li Tahranê zarokeke keç ya 14 salî li navenda binçavkirinê jiyana xwe ji dest da.

Hat îdîakirin ku zarok di encama destdirêjiya li navenda binçavkirinê rast hat de, jiyana xwe ji dest da.

Parêzvanên mafên mirovan ya agahiya zaroka 14 salî ji ber cilê xwe yên dibistanê derxistiye hatiye binçavkirin parve kir û got: Zaroka keç a bi navê “Masume” li taxên xizan ên Tahranê dijî.

Back to top button