“15’ê Tebaxê hîmê Şoreşa Rojava danî”

Welatparêzên Rojava behsa bandora Pêngava 15’ê Tebaxê ya li ser şoreşa Rojava kirin û gotin Pêngava 15’ê Tebaxê ku fîşeka destpêkê ya gerîla ye, hîmên Şoreşa Rojava danî.

Esma Mûrad yek ji jinên ku di sala 1991’ê serdana Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz dike û cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz dike .

Esma diyar kir ku hatina Rêber APO ji Sûriyê re sedema herî girîng a berxwedanê ye û got:

”Me bi demê re baştir fêhm kir bê 15’ê Tebaxê li Rojava çawa deng veda.

Bingeha şoreşê wê demê hate avîtin.

Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de serdemeke diyarker e.Bû bingeha şoreşa rojava.”

Her wiha Beşîr Nûrî jî derbarê heman mijarê de da zanîn ku dema ku hîn xwendekar bû têkoşîna Azadiya Kurd nas dike û dibêje:

”Piştî 15’ê Tebaxa 1984’an her malbata ku navê hevalê Egîd bihîst, navê Egîd li zarokên xwe kir.

Yek ji wan malbatan jî malbata min bû. Navê Egîd êdî ji bo gel pîroz bû”

Beşîr di dawiyê de anî ziman ku ger îro li Rojava şoreş pêk hatîye,ev yek encama berdêl û keda 15’ê Tebaxê ye.

Back to top button