Xebatên avakirina nexweşxaneya Kobanê didome

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ji sedî 25 rêjeya avakirina nexweşxaneyeke giştî li Kobanê qedand.

Desteyê di 19′ê Kanûna 2022′yan de dest bi projeya avakirina nexweşxaneya giştî ya Kobanê kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd derbarê mijarê axivî.

Li gor Ehmed Mehmûd ji sedî 25 ji projeya avakirina nexweşxaneyê hatiye qedandin.

Mehmûd eşkere kir ku avakirina nexweşxaneyê dê di salek û 6 mehan de biqede.

Di nexweşxaneya giştî de nêzî 220 text hebin.

Nexweşxane li ser rêya Helebê ye û bi rûbera 11 hezar metreçargoşe ye.

Hemwextî avakirina nexweşxaneyê, 3 navendên tenduristiyê jî li Eyn Îsa û navenda Kobanê tên avakirin.

Desteya Tenduristiyê di civîneke çapemeniyê de dabû zanîn lêçûna nexweşxaneyê 3 milyar dolar e.

Li bajarê Kobanê nexweşxaneyeke nû tê avakirin

Back to top button