Li Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermezarkirin û banga yekitiya nîştimanî hat kirin.
Bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.
Rûspî, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl ên Helebê li qada Cibênat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û daxuyanî da.
Di daxuyaniyekê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî û navendên stratejîk ên Sûriyeyê, hatin şermezarkirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev êriş berdewama xeta dagirkerî, siyaseta bindestkirina gelên herêmê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan berpirsên êrişan in.
Hevgirtina El Beyt: Tiştê ku Erdogan dike derveyî îslamiyetê ye



