Endamên Kongreya Îslama Demokratîk li dijî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga xurtkirina têkoşînê kir.
Rêveberên Kongreya Îslama Demokratîk Rîm Idrîs û Betûl Hemzawî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivîn.
Rîm Idrîs diyar kir ku êrişên rejîma Erdogan ne nû ye û wiha got:
“Kirinên rejîma Erdogan ên li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcek e ku nayê qebûlkirin.
Divê em têkoşîna xwe xurt bikin, xwepêşandanan li dar bixin û li hemberî tevahî sûcên li ser gelê me têne kirin, serî hildin.”
Betûl Hemzawî jî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bang li rêxistinên civaka sivîl kir ku li hember dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser herêmê bisekinin.
Hevgirtina El Beyt: Tiştê ku Erdogan dike derveyî îslamiyetê ye