Rûspiyê êla El-Hews li Reqayê, şêx Deham El-Şiblî diyar kir ku bi hevgirtina pêkhateyên herêmê, ew ê li dijî êrişan bi ser bikevin.
Şêx Deham El-Şiblî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û li dijî gerîla şermezar kir û ev peyam da:
”Armanca êrişan tunekirina Rêveberiya Xweser e. Lê wê ev yek pêk neyê. Em dev ji axa xwe bernadin û em ê wê biparêzin.
Çawa me herêmên xwe ji gelek aliyan rizgar kirin, em ê herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî rizgar bikin.”