Mosko: Em ê başûrê Ukrayna û herêma Donbas kontrol bikin

Di ser êrişa Rûsya li dijî Ukraynayê 2 meh derbas bûn.Piştî ku Rûsya di vê pêvajoyê de nekarî herêma Bakur bixe bin kontrola xwe, niha berê hêzên xwe daye aliyê Başûr.Mosko dibêje, di serî de Donbas, kontrolkirina vê herêmê erka wan a bingehîn e.

Artêşa Rûsyayê ji meha Sibatê ve hewl dide, welatê Ukrayna bixe bin kontrola xwe.

Lê ji ber piştgiriya leşkerî ya NATO û welatên Rojavayî ji bo Kievê, armanca Mosko heta niha bicih nehatiye.

Beriya çend rojan serokê Rûsyayê Pûtîn îdîa kir ku wan bajarê Marîupolê kontrol kirî ye.

Ukrayna jî berovajî vê yekê, dibêje hê hêzên wan ên leşkerî liberxwe didin.

Piştî vê tevgerê, artêşa Rûs berê yekîneyên xwe da herêma Donbasê.

Fermandarê payebilind ê artêşa Rûsyayê eşkere kir ku kontrolkirina Donbas û Başûrê Ukrayna erka wan a bingehîn e.

Li gorî wî fermandarî, bi kontrolkirina Donbasê re, wê korîdora bejahî ya herêma Kirimê jî were vekirin.

Back to top button