Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê: Di êrişa li herêma Asosê de tiştek bi hêzên me nehat

Artêşa Tirk ku hemwextê tevgera dagirkeriyê li dijî Zapê êrişî gelek deverên Kurdistanê dike, doh çiyayên Asosê bombardiman kir.
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di vê êrişê de ti ziyan li hêzên wan nebûye.

22’ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa Tirk çiyayên Asosê bombardiman kirin.

Têkildarî encama êrişê Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

21’ê Nîsanê li ser Herêma Asos tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk zêde bû.

Roja 22’ê Nîsanê danê nîvro balafirên şer qontarên Çiyayên Kûrîsê bombardiman kir.

Di vê êrişê de ti zerar li hêzên me nebû.

Dewleta Tirk a dagirker ku beramberî berxwedana gerîlayên Kurdistanê li çiyayê Zap, Avaşîn û Metînayê têk diçe, dîn û har bûye.

Ji ber vê yekû êrişî Şengal, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dike.

Back to top button