PYD-Ewropa: Dema parastina destkeftiyên Kurdan e

Derbarê êrişên dagirkeriyê PYD-Ewropa daxuyaniyek da û ev bang li gel kir:”Li dijî êrişên Tirkiyê dakevin qadan û heta êriş neskinin, rûnenên.”

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD)-Ewropa diyar kir ku êriş li dijî destkeftiyên Kurdan ne.

“Tirkiyê li dijî Başûr êrîşek mezin daye destpêkirin. Her roj êrişî herêmên cuda yên Rojava dike.

Ev êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî gerîlayên Kurdistanê, li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd in.”

PYD- Ewropa da zanîn ku sazî, rêxistin û dostên Kurdan li dijî êrişan dê rêzeçalakiyan li dar bixin.

”Ji 23’ê Nîsanê û şûnde wê heta ku êriş bisekinin çalakî bidomin.

Bang li gelê xwe dikin ku li dijî dagirkeriyê gavên xurt bavêjin.

Îro roja xwedîderketina neteweyî ye, dema parastina destkeftiyên neteweya Kurd e!”

Back to top button