Sirîn-Ji bo parastina zeviyan şaneyeke kirîzê hat avakirin

Ji bo parastina musim ji şewatan, rêveberiya şaredariyan a herêma Firatê amadekariyên xwe yên lezgîn di demsala çinînê de ragihand.

Salên berê bi sedan zevî û erdên çandiniyê yê xelkê şewitîn.

Îsal ji bo parastina mewsim herêmê ji şewatan, Rêveberiya Şaredariyan a Sirînê bi hevkariya Desteya Çandiniyê û Agirkujan şaneyek kirîzê avakir.

Rêveberê Yekîtiya şîretkariyê ya Desteya Çandniyê a navçeya Sirînê, Elî El-Casim tekez kir ku wan ji rewşên awarte re jimarek erebeyên Agirkujê amde kirine.

Her wiha desteyê jimarên telefonê yên rewşên awarte, li şêniyan belav kirine.

Cotkarê bi navê Xelîl El-Hisên jî bang li xelkên navçeyê kir ku di rewşên awarte de bi herv re alîkarbin.

Li herêma Firatê ji bo parastina zeviyên çandiniyê banga seferberiyê

Back to top button