Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê jî, ji bo parastina zeviyên çandiniyê seferberî ragihand.
Li herêma Firatê jî, ji bo parastina zeviyên çandiyê banga serferberiya hate ragihand.
Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê li ber navenda xwe ya li bajarê Kobanê daxuyaniyek da.
Hevserokê desteyê Fewaz El-Ehmed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku deste, 24 saetan amade ye zeviyan biparêze heta ku dema çinînê bi dawî bibe.
Fewaz El-Ehmed diyar kir ku 23 traktor, erebeyên agirkujiyê û tankarên avê amade kirin e û got:
“Lê tevî evqas tedbîran jî, ev têrê nakin, divê her kes baldar be û berpirsyariya parastina zeviyan bi cih bîne.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Meclisa Rêveber a Herêma Firatê 5’ê Nîsanê, maseyeke krîzê ya bo parastina zeviyên çandiniyê ava kiribû.
Kobanê-Ji bo parastina zeviyên çandiniyê odeya kirîzan hat avakirin



