Sînan Çîftyurek: Heta ku li Îmraliyê tecrîd hebe çareserî pêk nayê

Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bidome wê çareserî pêk neyê.
Çîftyurek got: “Divê birêz Abdullah Ocalan karibe nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike.”

Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êşkenceya li girtîgehan nirxand.

Sînan Çîftyurek 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelan hemûyan pîroz kir û got:

“Ji bo gelê Kurdistanê ku 150 sal in bi hesreta aştî û aramiyê ye û nekarî xwe ji şer rizgar bike, 1’ê Îlonê bila bibe sala aştiyê.”

Çîftyurek têkildarî girtiyên nexweş ê 70 salî Şakîr Tûran ê hate qetilkirin, diyar kir ku bi rengekî encama bêhiqûqî û bêberpirsyariyê jiyana xwe ji dest da û ev tişt anî ziman:

“Piştî ku Tûran jiyana xwe ji dest da, dema ku cenazeyê wî anîn gundê wî li pêşiya bajarê Amedê bi saetan cenaze hate rawestandin.

Êşkence li mirî jî hate kirin. Mijarên bi vî rengî di rojeva me de ne û di pêvajoya bê de wê rojeva çalakiyên me bin.”

Çîftyurek: Li Îmraliyê hiqûq tê qetilkirin

Çîftyurek di nirxandinê xwe de balkişand li ser tecrîda mutlaq ku niha li dijî Rêber APO tê meşandin û ev nirxandin kir:

“Ev 4 salin ku destûr nayê dayin birêz Abdullah Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne.

Girtîgeha Îmraliyê ji xwe bi tena serê xwe tecrîd e û salên dûr û dirêj e ku tecrîd di nava tecrîdê de tê ferzkirin.

Li gorî hiqûqê, mîna her hikumxwar û girtî divê birêz Abdullah Ocalan jî karibe malbat û parêzerên xwe bibîne.

Tecrîd qetilkirina hiqûqê ye. Ji aliyê siyasî ve birêz Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne.

Aktorekî siyasî ye ku li Tirkiyê û cîhanê bi milyonan mirov fikirê wî diecibînin, dişopînin û şîrove dikin.”

Siyasetmedar Sinan Çiftyûrek diyar kir ku heta li Îmraliyê tecrîd hebe çareseriya pirsgirêka Kurd pêk nayê û bang li dewleta Tirk kir ku dawî li tecrîdê bîne.

“Saziyên hiqûqî yên navnetewî bûne perçeyek konsepta tecrîdê”

Back to top button