“PDK carek din îxaneta xwe eşkere kir”

Welatiyên Dirbêsiyê çalakiya fedaî ya ku Tabûra Nemiran a NPG′ê li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê silav kir.

Welatiya bi navê Cîhan Mihemed hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:

“Em helwesta PDK’ê ya li hember çalakiya fedaî ya li Enqereyê şermezar dikin.”

Welatiyê bi navê Ednan Kalo jî ev çalakî pîroz kir û got:

“Çalakî wekî berisv li hemberî êrişên dewleta Tirka ên li dijî gelê Kurdistanê hat kirin.

Vê çalakyê rihê berxwedanê yê gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşan da.

Xezalê Mele jî da zanîn ku ne cara yekê ye ku PDK’ê xiyanetê li Kurdan dike.

Pêwîste PDK’ê ji vê riyê dûrkeve.

Şêniyên Tirbesipiyê: Divê gelê Kurd li hemberî xiyaneta PDK’ê rabe

Back to top button