Li Şamê panelek a diyalogê hat lidarxistin

Kongra Star a paytexta Sûriyeyê Şamê panelek diyalogê li dar xist, panel 2 rojan dom kir.
Tê de bal kişand ser rola jinan di civakê de û şoreşa jinan û destkeftiyên wan.

Di roja yekê de berdevka Kongra Star Reyhan Loqo panel bi rêve bir.

Reyhan behsa şoreşa jinan û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan têkildarî azadiya jinan kir.

Reyhan îşaret pê kir ku jinan pêşengiya şoreşa 19`ê Tîrmehê kir heta ku bi şoreşa jinan hate binavkirin.

Di roja duyem de zayendperestî hat nîqaş kirin.

Rîhan diyar kir ku pergala desthilatdar îro bi awayekî kûr didome.

Ji ber wê jî ji bo rizgariya jinan ji bindestiyê divê têkoşîneke mezin bidin meşandin û perwerdeyên berfireh bigirin.”

Di dawiya de beşdaran der barê mijarên panelê de nîqaş kirin.

Back to top button