“Tecrîd rola Rêbertî di nava civakan û gelan de kem nake”

Welatiyên herêmê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bertek nîşan dan.
Welatiyan diyar kir ku armanc ji tecrîdê rêgirtina li pêşiya fikrî wî yên demokratîk û mirovî ye.

Welatiyê bi navê Ebduselam El Casim ê ji navçeya Til Hemîsê tecrîd şermezar kir û got:

“Tecrîd li dijî peyman û qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovî ye.

Rêxistinên mirovî û hiqûqî ji bo parastina berjewendiyên xwe bi rejîma Tirk re, li hember tecrîdê bêdeng in.”

Welatiyê bi navê Yusif El Mihews jî bang li rêxistinên mirovî kir ku edilane kar bikin û got:

“Tecrîd nikare pêşî li rola Rêber Apo di civakan û gelan de bigire”

Welatiyê bi navê Ehmed El Xenam jî bahsa Rêber Apo bandora wî ya erênî li ser gelan û ev anî ziman:

“Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiriye bingeh.

Li hember planên dijber zanatir û bi hêztir bûye.

Kobanê-Jinên ciwan dijî komploya navneteweyî meşiyan

Back to top button