Medyaya hikûmeta Şamê ku xwe spart çavkaniyekî leşkerî ragihand: Îsraîlê êrîşeke asmanî li ser çeperên hêzên hikûmetê li derdora bajarê Dêrezorê pêk anî.
Di encamê de 2 endamên Hêzên Hikumeta Şamê birîndar bûne û ziyanek mezin jî çêbûye.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand:
3 teqîn li deverên El-Hemîde li El-bûkemal li nêzîkî sînorê Sûrî-Iraqê pêk hatin.
2 endamên hêzên hikumeta şamê birîndar bûn
Piştî vê yekê teqîneke tund li devera Tabûra Radar li serê Çiyayê Harabeş li gundewarê Dêrezorê pêk hat.
Li vir deverê hêzên hikûmeta Şamê û grûpên girêdayî Îranê lê bi cih bûn.
Ji aliyê artêşa Îsraîlî ve ku bi salan e li Sûriyeyê li ser “armancên girêdayî Îranê yên li Sûriyeyê” binav dike, ti daxuyanî nehat dayîn.