Desthilata Başûr metirsî xistiye li ser statûya Başûrê Kurdistanê

Di derbarê metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê Pisporên yasayê û mamostayên zanîngehê axivîn.
Diyarkirin ku partiyên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê metirsî xistine li ser statûya Başûrê Kurdistanê.

Pisporê Yasayê Zanyar Hesen da zanîn ku tişta metirsiyê dixe ser Başûrê Kurdistanê desthilata xirab e.

Hesen diyar kir ku divê desthilata Başûr guhertinê di xwe de çêke.

Da ku xelkê Başûr li jêr van metirsiyan derkeve.

Mamostayê Zanîngehê Nebez Mamel jî bi heman mijarê axivî û got:

Ev jî cihê metirsiyê ye, Kurd ji biryardayîna xwe ya serbixwe qut bûne.

Wisan lêhatiye ku bi dilê nehezên Kurdan siyasetê bikin û îdareya welatê xwe bikin.

Ji ber vê yekê divê Kurd li nakokiyên xwe binêrin û yekitî û aştiya navxweyî ava bikin.”

Mamosteyên başûrê Kurdistanê li dijî binpêkirina mafan meşiyan

Back to top button