Mamosteyên başûrê Kurdistanê li dijî binpêkirina mafan meşiyan

Li başûrê Kurdistanê zêdetirî 2 heftiyane mamostayên bi peyman û xwendekar ji bo mafê xwe di nava boykot û çalakiyan de ne.
Îro jî mamostayên bi peyman ên li sînorê Qeladizê daketin kolanan.
Xwendekarên Zanîngeha Hewlêrê jî bang li aliyên peywendîdar kirin ku mûçeyan wan bidin.

Ji 13’ê Îlonê ve xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî nedayîna mûçe û tayînekirinê li hemberî hikûmetê di nava boykototê de ne

Îro jî mamostayên bi peyman li sînorê Qeladizê, di danê nîvro de daketin kolanan û banga mafên xwe kirin

Mamasteyan diyarkirin ku heta daxwazên wan bicih neyên wê di nava çalakiyan de bin.

Karmendên şaredariyê û Nexweşxaneya Giştî ya Germiyanê jî, tevlî çalakiyê bûn.

Mamostayên bi peyman û li parka Şar ya Qeladizê kombûn û piştre heta Rêveberiya Perwerdeyê ya Pişder meşiyan.

Mamostaya bi navê Bêxal Mihemed di meşê de daxwzên xwe wiha anîn ziman

” Ez nehatim e ku min bixin ser Bexdayê, ez hatime li hember gendeliyên ku her roj xelkê birçî dihêlin û rûmeta wan dişkînin.”

Bêxal diyar kir ku heta ku mûçeyê mehên 8 û 9 neyê dayîn û mamostayên neyên tayînkirin wê çalakî û boykot dewam be.

Xwendekarên Hewlêrê: Nedana mûçeyan bandorê li ser xwendina me dike

Her wiha bi daxuyaniyeke çapemeniyê xwendekarên Zanîngeha Polîteknîka a Hewlêrê jî li dijî nedana mûçeyan nerazîbûn nîşandan.

Xwendekaran di daxuyaniyê de gotin:

“Ev çar mehin fona mehane ya xwendekaran nehatiye dayîn.

Derengxistina nedana mûçeyên mehane bandorê li ser xwendina me dike. Rewşa malbatên me jî ne başe ku alîkariyê bi mere bikin.”

Xwendekaran bang li aliyên peywendîdar kirin ku di zûtirîn dem de mûçeyan wan bidin.

Çalakiyên mamosteyên bi peyman didomin

Back to top button