QSD’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Ûsama El-Salim li Dêrazorê şehîd bûye.
Her weha şêniyên Hesekê jî bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD Necmedîn Fenûş oxirkirin, di heman merasîmê de gerîlayê HPG Diyar Mardînî “Egîd Serdar” hat bibîranîn.
Ji malbatên herdu şehîdan re sersaxî hat xwestin û soza dewamkirina tekoşîna wan hat dayîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir û got:

“Şervanê me Ûsama Ehmed El Salim 29’ê Îlonê di operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de li Dêrazorê şehîd bûye.”

Hate diyarkirin ku şehîd Ûsama heta dawî bi hemû hêza xwe parastina gel û xaka xwe kir.

QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd Ûsama û tevahî şehîdên azadiyê re xwest û soza pêkanîna armancên wan heta dawiyê da.

Li gorî daxuyaniya navenda QSD nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ûsama
Nav û paşnav: Ûsama El Salim
Navê dayikê: Kelsûm El Hisên
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Meskena/2004
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-29′ê Îlona 2023

Şêniyên Hesekê sersaxî dan malbatên şehîd Egîd û Ronî

Konê sersaxiyê yê herdû şehîdan li taxa Tala ya Hesekê hat vedan.

Bi dehan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl, Hêzên Asayişê û Meclisa Leşkerî beşdarî merasêmên sersaxiyê bûn.

Di konê merasîmê de, Fermandarên Meclisa Leşkerî Dêrsim Hesekê sersaxî xwest û got:

“Di riya parastina xakê de û li dijî komployan me şehîd danî, Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi serkevin.

Back to top button