Li Selahdînê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li parêzgeha Selahdînê, 2 çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê hatin girtin.

Şaneya ragihandina Ewlehiyî ya Iraqî ragihand ku ajansa Istixbaratî ya girêdayî wezareta Hundirîn, li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.

Li gorî şaneyê, di encamê de, 2 DAIŞ’î ku erka wan pêşkêşkirina alavên lojistîk ji çeteyan re, hatin girtin.

Di çarçoveya heman têkoşînê de, li Çiyayên Nifit Xanê ên girêdayî parêzgeha Diyalayê jî, çekdarên “Heşda Şebî” vê sibehê dest bi operasyonên ewlehiyê kirin.

Back to top button