RÊJÎMA ÎRANÊ ÊRÎŞÎ KOLBERAN KIRIN

Hêzên Rêjîma Îranê li Şêx Sela ya bajarê Salasê yê eyaleta Kirmaşanê êrîşî kolberan kirin.

Di êrîşê de kolberek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji hêrêmê hatine ragihandin, hêzên rêjîma Îranê li Şêx Sela ya bajarê Salasê yê eyaleta Kirmaşanê, ji nêz ve gule li kolberan reşandiye.

Di êrîşê de kolberê bi navê ” Borûmend Behramî ” hat kuştin û kolberên bi navên Erkan Behramî û Hoşyar Nemamî jî birîndar bûn.

Kolberan û xelkê herêmê kolberên birîndar rakirin nexweşxaneya Ezgeleyê.

Hate ragihandin ku rewşa kolberên birîndar giran e.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ya ku 1’ê Mijdarê belav kirî de, meha Cotmehê ji aliyê rêjîma Îranê ve 6 kolber hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button