Rêveberiya Xweser amade ye penaberên Sûriyê yên li Lubnanê pêşwazî bike

Piştî Tirkiyê, Lubnanê jî bi darê zorê penaberên Sûriyê vedigerîne welatê wan.
Hikûmeta Lubnanê penaberên Sûriyê di riya deriyê Sînor radestî Rêjîma Esed dikin.
Ji ber vê, Rêvberiya Xweser ragihand ku ew amede ye penaberên Sûriyê yên li Lubnanê pêşwazî bikin.
Her wiha bang li NY’ê kir ku ji bo vegera penaberan, korîdorek mirovî di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Lubnanê de veke.

Penaberên Sûriyê tevî ku dev ji mal û milkên xwe berdane hîn jî rastî heqretê tên.

Bi taybetê li Tirkiyê û Lubnanê penaberên Sûriyê bi çavên kêm û kole tên dîtin.

Piştî ku Tirkiyê bi darê zorê penaberên Sûriyê vedigerîne welatên wan, niha jî Hikûmeta Lubnan heman hişmeniyê birêve dibe.

Hikumeta Lubnanê welatiyên Sûriyê bi zorê di riya deriyê Sînor wan radestî rêjîma Bees dike.

Her car jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hembêza xwe ji Sûriyan re vedike û yekser dikeve nava tevgerê.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd derbarê mijarê axivî.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku di encama kirîza Sûriyê bi moliyonan welatiyê Sûriyê koçber û penaber bûn û wiha got:

“Lubnan yek ji wan deveran e ku penaberan berê xwe dayê.

Rewşa penaberên sûriyî li Lubnanê pir xirab e û êşeke mezin dikişînin.

Çiya Kurd: Deriyên Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyan vekirî ne

Çiya Kurd anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya beyannameya çareseriyê ya 18’ê Nîsanê eşkere kirî de, amade ye penaberên li derve pêşwazî bike û wiha dom kir:

“Di Insiyatîfê de xalek sereke têkildarî rewşa penaberan heye.

Em amade ne, gelê xwe yê li derve pêşwazî bikin.

Deriyên Rêveberiya Xweser ji bo hemû sûriyeyiyan bêyî cudahî, vekirî ne.

Ev erkek mirovî, exlaqî û nîştimanî ye, em jî dixwazin vê erkê bi cih bînin.

Ddawiyê, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bang li NY kir ku ji bo hêsankirina vegera penaberan korîdorek mirovî di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Lubnanê de veke.

Back to top button