Piştî lihevkirinekê bi hikumeta Şamê re, Urdin bi niyet e dergehên sînorî yên bi Sûriyê re veke.
Serokwezîrê Urdinê Beşir El- Xesawina teqez kir ku dergehên sînorî yên bi Sûriyê re, dergeha Nesîb jî di nav de, dê werin vekirin.
Li gorî biryara Wezareta Hurdir a Urdinê, wê hem tevgera rêwî hem a erebe û kamyonan were hêsankirin.
Berî niha ev dergeh ji ber hebûna komên Îranê hatibû girtin, lê piştî serdana serokê Odeya Bazirganiyê ya Urdinê bo Şamê, ev biryar hat girtin.