Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê nasnameya şervanekî xwe ku li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir û soz da ku ewê bi mayîndekirina aramî û ewlehiyê tola hemû şehîdan hilînin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Hevalê me Mihemed “Teysîr Salih Serhîd” dema ku li ser karê xwe bû, ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ve li bajaroka El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê şehîd bû.
Hevrêyê me 2017’an piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û destpêkirina Pêngava rizgarkirina gundewarê Dêrazorê ji DAIŞ’ê, tevli nava hêzên me bû.
Hevrêyê Teysîr bi cesaretke mezin beşdarî pêngavê bû û di hemû pêngavên ku tê de cih girt berxwedanek mezin raber kir û bû yek ji fermandarên hêzên me.
QSD’ê dawiyê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza tolhildana hemû şehîdan ji çeteyên DAIŞ’ê û mayîndekirina aramî û aştiyê li herêmê kir.
Gorî Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Mihemed
Navê Rast: Teysîr Salih Serhîd
Navê Dayikê: Xelfe
Navê Bav: Salih
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor-1984
Cih û Dîroka Şehadetê: El Bisêra-Rojhilatê Dêrazorê, 27-Nîsan-2023