Ji bo sivikirina qerebalixê, şaredariya gel li bajarê Qamişlo, geraceke erebeyan li navenda bajêr vekir.
Beriya salekê Şaredariya bajarê Qamişlo, dest bi pirojeya avakirina vê geracê kir.
Gerac li ser rêya di navbera navenda bajêr û rêya Hîzamê ya li bakur bajêre û rûpîvana xwe 7 hezar metre çargoşe ye.
Ajokar dikarin erebeyên xwe ji saat 8’ê sibehê heta 8’ê êvarê li geracê rawestînin.