Lijneya Karê Hevbeş ya Çepên Kurdistanê yê Başûrê Kurdistanû ku ji 3 hizban pêktê, bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kerkeran daxuyaniyek çapemeniyê da û banga başkirina rewşa jiyana karkeran û dayîna mafên wan hate kirin.
Komîteya 1’ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê sibe dijî binpêkirinên dijî karkeran meşek girseyî li Silêmaniyê lidarbixin.
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kerkeran, li Başûrê Kurdistanê jî daxuyanî hatin dayîn.
Lijneya Karê Hevbeş ya Çepên Kurdistanê ku ji 3 Hizban pêktê, li ber derê ofîsa parlamentoya Başûr ya li Silêmaniyê,daxuyaniyek çapemeniyê da.
Di daxuyanaiyê de daxwaznameya lijneyê hate xwendin û tê de ev tişt hatin gotin;
“Rewşa karkeran ya li Kurdistanê ne ji ya ya karkerên cîhanê cûdatire, di rewşek giran de derbaz dibe.
Bêkarî û kêmkirina heqdestê kar, pêşwazînekirina mafê karker û bêkarî dewam dike.
Zexta li ser jinan zêde bûye, ev yek hemû di çarçoveya xirabûna jîngeha kar û wihdakirina ewlehiya civakê de pêktê.”
Lijneyê di daxuyaniyê de daxwazên xwe ên têkildarî karkeran rêz kirin û gotin:
“Divê li Herêma Kurdistanê ji nuve yasaya kar were derxistin, tedbîr werin girtin û madeyên ku ne li gorî rumeta karekranin be bên guhertin.
Piştî daxuyaniyê, daxwazname radestî ofîsa parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê hate kirin.
Bi heman boneyê, Komîteya 1’ê Gulanê a li bajarê Silêmaniyê jî daxuyaniyek çapemeniyê da.
Komîteyê ragihand ku ew ê sibe ji bo li hemberî binpêkirinên mafê karkeran meşekê li dar bixin û banga beşdariyê li kir.
Li gorî daxuyaniyê meş dê li kolana Sehuleke ya ber derê Baxa Giştî ya Silêmaniyê destpê bike.
Di daxuyaniyê behsa karkerên di dema kar de jiyana xwe ji dest dane jî hate kirin û hate gotin;
“Li gorî daneyan sala borî li Iraqê 69 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 8 hezar û 661 karker jî birîndar bûne.
Li Herêma Başûrê Kurdistanê jî 36 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Karker piraniya xwe ji ber ku tedbîrên pêwîst nehatine girtin, mirine.”



