Li Qeladizê ciwanan li dijî tecrîd û çekên kîmyawî kon vedan

Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Têkoşer li bajaroka Qeladizê tecrîda li dijî Rêber Ocalan û bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve kon vedan.

Li bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê kon hat vedan.

Endamê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Şahîd Şengawî li ser çalakiyê axivî û wiha got:

“Armanca me ya vê çalakiyê şiyarkirina xelkê û nerazîbûna li dijî tecrîda li ser Rêbertî û bikaranîna çekên kîmyawî ye.

Em pirtûkên Rêber Apo, gelek broşor û belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk ve belav dikin.”

Back to top button