Li dijî êrişên kîmyewî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat dayîn

Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan xwest ku êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk, bên lêkolînkirin.

Berdevka demê ya TJA’ê Ayşe Gokkan a ji Çileya 2021’an ve girtî ye, têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û got:

Pêwîste bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin û Tirkiye li gorî peymanên navnetewî tevbigere.

Ayşê, di serlêdana xwe de got: “Bêyî ku Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar bêyî ku ji komîteyên bêalî yên ji şahidên pispor pêk tê bê lêkolînkirin, bûyer qebûl nekir.

Ayşê, bi bîr xist ku di peymanên hatine amadekirin bikaranîna çekên kîmyewî sûc e.

Her wiha hat xwest ku li cihê bûyerê destûra lêkolînkirinê bê dayîn û Wezareta Parastinê têkildarî artêşa Tirk lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin.

Back to top button