Ji welatên enerjî lê biha bûyî Tirkiye di rêza 4. de ye

Li Tirkiyê zivistan sar derbas dibe. Krîza aborî ya ji ber polîtîkayên ji hevketî yên Serokomarê Tirkiye Erdogan derketî, civak ji hev xistiye. Nirxê enerjî û pêwistiyên jiyanî yên li Tirkiyê ji sedî sed zêde bûne. Bêkariya heyî rewş hîn kembaxtir kiriye. Di nava mehên dawî de bihayê elektrîk, gaza xwezayî û sotemeniyê bi lez zêd bû. Di nav endamên Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî (OECD) de, Tirkiye di warê enflasyona enerjiyê de bûye welatê 4’emîn. Rêxistin dibêje, ev hîna rewşa başe, mehên bê wê rewş kembaxtir bibe.

Li Tirkiyê krîza siyasî û polîtîkayên Serokê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan civak ji hev xistiye.

Krîza aborî civak daxistiye qadan.

Daneyên ku di raporên navnetewî de derdikevin jî asta hejariya li tirkiyê nîşan didin.

Li gorî guherîna meha Kanûnê ya di navbera 2020 û 2021’ê de, Tirkiye sala dawîn di nav welatên Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşdebirina Aborî (OECD) de bû welatê 4’emîn ku bihayê enerjiyê herî lê zêde bûye.

Di vê serdemê de li Tirkiyê enflasyona enerjiyê ji sedî 49 zêde bû.

Ev yek li gorî navîna rêxistinê ji sedî 26 bû.

Ji ber ku bilindbûna elektrîk û gaza xwezayî ya di destpêka sala 2022’an de, hîna di vê hesaban de derneketiye holê, dibe ku Tirkiye di mehên pêş de derkeve asteke hîn jortir.

Li Tirkiyê di meha Çileyê de, ji sedî 52 û ji sedî 127 fatûreya elektrîkê zêde bû.

Bihayên sotemeniyê di 6 mehên dawî de ji sedî 100 zêde bû.

Di dema ku hikûmet li formulên kêmkirina bihayê elektrîkê digere, welatên Ewropayê jî alîkariyên curbecur pêşkêşî welatiyên xwe dikin.

Enflasyona enerjiyê elektrîk û gaza xwezayî û her weha sotemeniya ku di wesayîtên rêwîtiya kesane de tê bikar anîn dihewîne.

Enflasyona enerjiyê ya rêxistinê guhertina di navbera 2020 û Kanûna 2021 de nîşan dide.

Li gorî vê yekê Norwêc di sala dawî de bi rêjeya ji sedî 73 di lûtkeya enflasyona enerjiyê de ye.

Estonya ji sedî 56 di rêza duyemîn û, Hollanda jî ji sedî 54 di rêza sêyemîn de ye.

Welatên ku enflasyona enerjiyê ya herî kêm lê heyî Komara Çek ji sedî 1,3 û Slovakya ji sedî 2,1 in.

Zêdebûna buhayên elektirîk û gaza xwezayî ya li Tirkiyê hêj di van rêjeyên enflasyonê de derneketiye holê.

Tê payîn ku li Tirkiye di mehên pêş de enflasyona enerjiyê hîn zêdetir bilind bibe.

Back to top button