Hêzên hikûmeta Şamê koçberekî ji Efrînê li Helebê revand

Hêzên hikumeta Şamê koçberek ji Efrînê dema ji Helebê vedigeriya kantona Şehbayê, revand.

Li gorî ANHA’yê hêzên hikumeta Şamê welatiyê ji Efrînê yê bi navê Seydo Şêx Qenber revand.

Hat ragihandin ku temenê Seydo 36 salî ye û ji şêniyên gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê ye.

Seydo li ser benda kontrolê ya Çerxerêya Lêramûn ya Helebê dema ku vedigeriya Şehbayê, hat rawestandin.

Û ji wir ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

Di vê navberê de kesekî din ku çend mehin ji aliyê heman hêzê ve hatibû revandin wiha dibêje:

”Efserên hikumeta Şamê dema bi min re lêpirsîn kirin gef li min xwarine.

Û ji min re gotin: ”Hûn xelkê Efrînê hemû tên xwestin. Em ê we hemûyan bigirin.”

Back to top button