Li herêma Cizîrê bi deh hezaran kes daketin qadan

Di salvegera komploya navnetewî a li dijî Rêber Apo û Gelê Kurd de îro li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê bi deh hezaran kes daketin. Di meş û çalakiyan de komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin. Li herêma Cizîrê di meş û çalakiyan de banga azadiya Rêber Apo hate kirin.

Îro bi dehhezaran kes li seranserî Herêma Cizîrê daketin qadan û 15’ê Sibatê Roja Reş şermezar kirin.

Li Qamişlo bi dehhezaran kes meşiyan û banga azadiya Rêber kirin.

Bi dehhezaran şêniyên Dêrikê jî bi heman armancê daketin Kolanan û banag azadiya Rêber Ocalan kir.

Bi hezaran şêniyên Amûdê ji Qada Jina Azad ber bi navenda Ciwanên Şoreşger meşiyan û Roja Reş şermezar kir.

Şêniyên Dirbêsiyê jî bi meşekê Roja Reş şermezar kir.

Şêniyên Çil Axa jî ji bo şermezarkirina Roja Reş daketin kolanan

Bi hezaran şêniyên Girkê Legê jî daketin kolanan û Roja Reş şermezar kir.

Şêniyên Til Birakê bi meşekê Roja Reş şermezar kir û banga azadiya Rêber Ocalan kir.

Li Hesekê jî bi hezaran şênî daketin kolanan û ji bo şermezarkirina komploya 15’Sibatê ji pêşiya Baxçê Serokatiyê ber bi Qada Suryan ve meşiyan.

Li bajarê Dirbêsiyê jî bi hezaran şênî ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûrî ber bi Qada şehîdan meşiyan û komplya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Bi hezaran şêniyên Til Temirê jî ji bo şermezarkirina Roja Reş ber bi bi Qada Qanedîl meşiyan û banga azadiya Rêber Ocalan kir.

Bi hezaran şêniyên Şedadê jî bi meşekê Komploya 15’ê Sibatê şeremzar kir.

Şêniyên bajarokê Girbawî a Qamişlo jî dest bi meşa dirêj a ber bi bajarê Qamişloyê ve kir û tevlî meşa li bajarê Qamişlo bûn.

Şêniyên navçeya Zirgan û Holê jî bi daxuyaniyên cuda Roja Reş şermezar kir û banga azadiya Rêber Ocalan kir.

Back to top button