Li Amed, Edene û Mêrsînê bi dehan kes hatin binçavkirin

Faşîzma AKP’ê ku weke keviyê berfê li ber rokê dihele, ji bo pêşî li têkçûna xwe bigre, oparasyonên qirkirina siyasî li seranserî welat zêde kiriye.

Li Amed, Edene û Mêrsînê bi dehan kes hatin binçavkirin. Di binçavkirinê de jî careke din polîsên AKP’ê tundî bikar anîn.

Ji ber faşîzma AKP-MHP’ê dewleta tirk weke zindaneke ser vekirî lê hatiye.

AKP ya ku li cihê birînên gel derman bike û krîza siyasî û aborî bi dawî bike, zextên li ser civakê zêde kiriye.

Polîsan bi fermana serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin.

Polîsan, di serdegirtinan de derî şikandin û lêgerîn pêk anîn.

Di lêgerînan de alavên malan li nava hev xistin û gelek pirtûk û alavên dijîtal desteser kirin.

Nehat zanîn bê ka çend kes hatine binçavkirin, lê hat diyarkirin ku der barê 17 kesan de, biryara binçavkirinê heye.

Li Mêrsînê jî polîsan bi ser malbata Çoban de girt û mêvana wan Zeynep Taşgîr binçav kir.

Malbatê da zanîn ku polîsan zarokên wan di odeyekê de kom kirin û çek li wan kişandin û Zeynep Taşgîr jî di odeyekê de îşkence kir û gef lê xwarin.

Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên binçavkirî, birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.

Polîsan li ser fermandariya Serdozgeriyê ya Amedê bi ser gelek malbatan de girt.

Polîsan di serdegirtina malan de Cengiz Atsiz, Ferda Îldan, Pinar Altaş û Umut Manap binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Back to top button