Şêniyên Başûrê Kurdistanê: Ne PKK , dewleta Tirk û Erdogan terorîst e

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, ku bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer bi çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanînê tê lidarxistin, dewam dike.

Xelkên Başûrê Kurdistanê bi eleqeyek mezin beşdarê kampanyayê dibin û li dijî dagirkeriya Tirk derdikevin.

Ev der navçeya Dukan a bajarê Silêmaniyê ye.

Şêniyên navçeyê bi hemû beşên xwe, bi eleqeyek mezin beşdarî kampanya îmzeyê ya ji bo derxistina dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dibin.

Ji ber eleqeya mezin a gel ciwanan li navçeyê sedan îmze komkirin.

Her wiha di dema komkirina îmzeyan de ciwanên kurd bertekên xwe li dijî dagirkeriya tirk nîşandan.

Ciwanekî îmze da hêrs û berteka xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan da û diyar kir ku ne PKK dewleta Tirk terorîst e, Erdogan bi xwe terorîst e.

‘Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek’

Her wiha ciwanên navçeya Çemçemal jî bi daxuyaniyeke piştgiriya xwe ya ji bo kampanya îmzeyan ragihandin.

Cîwanan diyar kirin ku ew ê ti carî dagirkriya Tirkiyê li ser axa xwe qebûl nekin êw ê li dijî dagirkeriyê di nav têkoşînê de bin.

Her wiha ciwanan bang li nûnerên Başûrê Kurdistan û Iraqê kirin ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Piştî daxuyaniyê ciwanan li seyrangêhê îmze komkirin.

Ciwanên navçeya Hewreman jî piştgiriya xwe ya bi kampanya îmzeyan anîn ziman û diyar kirin ku divê li dijî dagirkeriya Tirk hêzên kurd bibin yek

“Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî sivîlan sûç pêkaniyê”

Serokê Rêxistina Mafên Mirovan Baskê Dihokê Hemdî Berwarî jî bertek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê nîşan da.

Hemdî Berwarî diyar kir ku dewleta Tirk li dijî sivîlên heremê gelek sûc pêkaniye.

Hemdî Berwarî dazanîn ku ger dewleta Tirk sûcên xwe bidomîne, ew ê bi gelek rêxistinên din re li hemberî êrîşên dewleta Tirk çalakî û xwepêşandanan li dar bixin.

Back to top button