CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ DAN LEYLA GUVEN

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roja 14’emîn de didome.

Îdareya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê cezayê dîsîplînê da Leyla Guven.

Miduriyeta Rêveberiya Girtîgehê piştî çalakî Guven ya bê dem daye destpêkirin derbarê Guven de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin.

Di çarçoveya xala 47’emîn a Qanûna Derbarê Tedbîra Înfaza Ewlehiyê û Ceza ya jimara 5275’an de lêpirsîna hatibû destpêkirin parastina Guven hat girtin.

Guven diyar kir ku ev rewş şerê heyî kûrtir dike û got:

Ez di wê baweriyê de me ev yek jî peywîrek gelek ehlaqî û mirovî ye.

Miduriyeta Girtîgehê jî bi hêceta “bi greva birçîbûnê asayîşa sazî û ewlehiyê lewaz dibe” cezayê dîsîplînê yê ji mehekê heta 3 mehan ku Guven ji hin rêzeçalakiyan sûd wernegire da.

Leave a Reply

Back to top button