Li Marsîlyayê fermana 3’yê Tebaxê hate şermezarkirin

Li bajarê Marsîlya ya başûrê Fransayê û Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji bo şermezarkirina 3′ ê Tebaxê çalakî hate li dar xistin.

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê Meclîsa Jin a Şehîd Arîn Mîrkan fermana 3’ê Tebaxê bi çalakiya bêdengî şermezar kir.

Di çalakiyê de jinan bal kişand ser jinên Êzidî ên ku hêj jî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de dîl tên ragirtin û aqûbeta wan ne diyar.

Li kopenhagenê çalakiya 3’yê Tebaxê: divê qirkirin bê naskirin

Bi heman armancê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî navenda bajêr konê agahdarkirinê vedan.

Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd û Komîteya Piştevaniya Kurdistanê de, li ser êrîşên qirkirinê belavok hatin belavkirin.

Çalakvanan diyar kirin divê 3’yê Tebaxê ji bo me hemûyan bibe roja şînê û gotin:

“Ev qirkirin li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin.”

Hat xwestin ku ji bo hesabpirsîna ji hêzên di Qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an de cih girtine, dadgehên navneteweyî bên avakirin.

Li gelek bajarên Ewropayê komkujiya Şengalê hate şermezar kirin

Back to top button