HPG: Dagirkerek hate cezakirin, çekeke bombeavêj hate îmhakirin

HPG’ê ragihand li herêma Zapê di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin.
Her wiha çekeke bombeavêj hate îmhakirin û derb li 2 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku li herêma rojavayê Zapê hêzên wan li dagirkeran dane û wiha got:

Hêzên me yên YJA Starê, 3’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çeperên dagirkeran dan.

Di encamê de çeka bombeavêj hate îmhakirin.

Di heman rojê de li dijî hêzên dijmin bi sûîqestê çalakî hate kirin û dagirkerek hate kuştin.

Çepereke dagirkeran jî bi çekên giran hate hedef girtin û derb xwar.”

Qadên gêrîla gelek caran hatin bombekirin

Li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker jî di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin:

“3’ê Tebaxê herêma rojavayê Zapê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Şikefta Birîndara ya Zapê bi teqemeniyan hatin bombekirin.”

HPG’ê her wiha ragihand ku dagirkeran gelek caran herêmên Zap, Avaşîn û Metîna jî bi topan bombekirine.

Dîmenên hewldanên PDK yên ji bo dorpêçkirina Zapê

Back to top button