Hewlêr-Nûnertiya HDP’ê ji bo bidawîkirina tecrîdê bang li CPT kir

Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê, bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku dijî tecrîdê xwedî helwest bin.

Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê, dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê endamê HDP’ê Agir Guneş ve hatî xwendin de, hate gotin; ”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abullah Ocalan nayê qebûlkirn, ji ber ku 29 mehin ti agahiyek li ser jiyan û tenduristiya wî nayê zanîn, rê nadin parêzer û malbat serdana Îmraliyê bikin.

Rêber Abdullah Ocalan 24 salin ji ber fikir, raman û azadiya gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin.

Di heman demê de êrişên li ser gelê Kurd yên ji bo tinekirinê dewam dikin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê ji rêxistinên mafê mirovan û CPT xwestin ku re nedin tecrîdê û ev bang kirin:

Em bang li rêxistinên mafê mirovan dikin da ku bi erkê xwe rabin û dawî li vê tecrîdê bînin.

Xwedî helwest bin û bêdeng nemînin, ji ber ku ev tecrîd dijî mirovahî û mafê Rêber Abdullah Ocalane.”

Li Viyanayê ciwan ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Back to top button