Li herêma Besta, Cûdî û Gabarê 3 sal in bênavber dar tên qirkirin

Talankirin û qirkirina xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dewam dike.
Ji şêniyên gundê Serbitnê yê navçeya Silopiya Îlyas Yagan diyar kir ku cerdevan û leşkerên dewletê li herêmê 3 sal in bênavber daran qir dikin.

Li gel komkujî û êrişan, talankirina daristan û xwezaya Kurdistanê jî dewam dike.

Li herêma Besta û li quntara çiyayên Cûdî, Gabar û Cilênimêja yê Bakûrê Kurdistanê di bin çavdêriya dewleta Tirk a dagirker de dar têne birîn

Têkildarî mijarê Ji şêniyên gundê Serbitnê Îlyas Yagan ê 70 salî ku di salên 90’ê de dewletê ew ji gundên wan dane koçber kirin axivî.

Îlyas Yagan diyar kir cerdevan û leşkerên ji aliyê dewletê ve anîne li herêmê 3 sal in bênavber daran qir dikin û wiha got:

Van cerdevanan heta niha bi hezaran tonên daran birîne. Hêj jî dibirin.

Herwiha li gelek deverên gundê Girêçolyayê ku li rex me ve ne, bênavber dar tên birîn.”

“Bi birîna darên me re heqeretê li me dikin”

Bi domdarî Yagan destnîşan kir ku bi birîna daran re heqeretê li me dikin û got:

Bi hinceta ‘pevçûn heye’, nahêlin kesek nêzî herêma dar lê tên birîn bibin.

Li Zapê ji ber hejmara zêde ye kanên qûmê av ji rengê axê diherike

Back to top button