Bedran Çiya Kurd: Daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya DYA dûrî rewşê ne

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bersiva berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’ê da û got “Ew daxuyanî ne adil û dûrî rewşê ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Matthew Miller, îdia kiribû ku derxistina penaberan ji Tirkiyê ber bi Efrînê ve guhartina demografîk çênake.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da wan daxuyaniyan.

Çiya Kurd agahiyên di vê daxuyaniyê de wekî “dûrî rastiyê” wesif kirin û got:

Ew helwesteke siyasî, ne adilane û dûrî rewşê ye.

Bi wê yekê rewş, girêktir dibe û bi xwestekên dewleta Tirk re hevkar in.

Çiya Kurd bang kir ku helwesteke cidî li hember kiryarên dewleta Tirk nîşan bidin.

Her weha van kiryarên guhartina demografîk li Efrînê bi dawî bikin, êrişên balafirên dewleta Tirk ên li herêmên ewle sînordar bikin.

Back to top button