103 malbat ji Zirgan li kampa Serêkaniyê tên bi cih kirin

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Zirgan û Til Temirê bû sedemea koçberiya gelek malbatan û ziyanên mezin bi xwere anîn. 103 malbat wê li kampa Serêkaniyê bên bi cih kirin.

Di encama êrişên dawî yên li ser Zirgan û gundên wê gelek malbat koçber bûn.

Niha 103 malbat ji cih û warên xwe koçber bûne û li kampa Serêkaniyê dimînin.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl Qadî axivî û diyar kir ku wan daxwazên xwe ji Rêveberiya Xweser û aliyên peywendîdar re gotin.

Mehmûd Qadî da zanîn ku xwestekên wan hatin bi cih anîn û niha Rêveberiya Xweser dest bi firehkirina kampê dike.

Mehmûd got: “Ji ber hejmara koçberan zêde bûye dê kampa Waşokanî jî di demên pêş de were berfirehkirin.”

Back to top button